Ji ber êrîşên DAIŞ’ê li Dêra Zorê û Homsê 12 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê îro du êrîşên cuda dijî leşkerên Hikûmeta Şamê li çolîstana Dêra Zor û Homsê pêk anîn û di encamê de 12 leşkerê hikûmetê hatin kuştin.
Li Idlibê jî, hêzên Hikûmeta Şamê bi çekên giran gundewarên başûrê Idlibê topbaran dike.

Di encama êrîşa çeteyên Daiş’ê û şerê di navbera wê û hêzên Hikûmeta Şamê de li çolîstana Meyadîn ya dikeve rojhilatê gundewarên Dêra zorê de, 5 leşkerên Hikûmeta Şamê û 2 çeteyên Daiş’ê hatn kuştin.

Li Çolîstana Suxnê ya bi ser bajarê Homsê, di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û pevçûnên û pevçûnan de 7 leşkerên hikumetê û 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Hêzên hikumetê bi çekên giran Başûrê Idlibê topbaran kir

Li Idilibê jî, hêzên Hikûmeta Şamê bi çekên giran êrîşî gundên Kefer Iweîd, Sifûhin yên li Başûrê Idlibê kir.

Duh di derengiya şevê de jî êrîşî gundên Filêfil, El-Bare, û Kensefre kir.

Back to top button