Pentagon: Di sala 2020’an de 23 sivîl bi şaştî hatine kuştin

Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) encama êrîşên xwe yên bi şaştî li dijî sivîlan ku 2020’an pêk aniyî eşkere kir.
Pentagon ragihand ku di encama êrîşên wan yên li rojhilata Navîn û Afrîkayê de 23 sivîl hatine kuştin.
NY jî dibêje lêkolînek baş nehatiye kirin û jimara hatî ragihandin têrker nabîne.

Wezareta Parastinê ya DYA’yê ku li ser daxwaza Kongreyê ji sala 2018’an û vir ve raporê pêşkêş dike, rapora xwe ya 2020’an jî eşkere kir.

Pentagonê diyar kir ku di operasyonên leşkerî de 23 sivîl hatin kuştin, 10 sivîl jî birîndar bûn.

Beşek ji van operasyonan jî weke ‘sira dewletê’ tê nirxandin.

Têkildarî kuştina sivîlan ku piraniya wan li Efganistanê rû da hate gotin,

‘Pentagon berpirsyariyê nas dike’.

Sivîlek jî li Somalî hate kuştin.

Pentagonê her wiha jimarên navbera 2017 û 2019’an ji nûve nirxand û diyar kir ku piraniya wan li Sûriye û Yemenê 65 sivîl hatine kuştin, 22 sivîl jî birîndar bûne.

Ji bo malbata kesên hatine kuştin jî 3 milyon dolar tazmînat hatiye dayîn.

NY: Jimara Pentagonê ya li ser kuştina sivîlan kême

Rêxistinên civakî yên sivîl jî di raporên xwe de yên bi rêk û pêk diweşînin jî dibêjin daneyên rastî ji yên Pentagonê ragihandî zêdetire.

Rêxistina bi navê Airwars ku li tevahiya cîhanê êrişên li dijî sivîlan belge dike, ragihand ku jimara sivîlên ku di sala 2020’î de ji aliyê DYA’yê ve hatine kuştin 102 kes e.

Ev jimar ji hejmara ku Pentagonê eşkere kiriye bi 5 qatî zêdetir e.

Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Efganistanê jî ragihand ku di operasyonên artêşa Amerîka ya 2020’an de 89 kes hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûn.

Pentagonê diyar kir ku li Somalî sivîlek hatiye kuştin, lê Airwars û rêxistinên civakî yên sivîl ên din radigihînin ku herî kêm 7 sivîl hatine kuştin.

Hate ragihandin ku ev hejmar li Sûriye û Iraqê jî 6 kes in.

Her wiha tê ragihandin ku Pentagon ji bo dayîna tazmînatê jî tevî ku kongreyê budçe pejirandiye, hîn tazmînat nedaye kesî.

Back to top button