Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi boneya Roja Biskilêtan a Cîhanî şahiyek ji Tîma “Biskilêtekî Dixwazim” re li dar xist.
Tîma “Biskilêtekî Dixwazim” a ajotina biskilêtan, ji 25 jinên ciwan pêk tê.
Tîm ji aliyê rojnamevan Mîdya Xanim ve tê birêveberin û armanca wê paqij-hiştina jîngehê, hêsan-kirina çûnhatinê û teşwîqkirina bikaranîna biskilêtan e.
Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi boneya Roja Biskilêtan a Cîhanî şahiyek ji endamên tîma “Biskilêtekî Dixwazim” re li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di şahiyê de Rojnamevan Mîdya Xanim spasiya Yekitiya Werzîşê kir û got:
Ev cara yekemîn ku em li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê rojê pîroz dikin.