Milîtan Çiya: Baregehên nû tên avakirin û amadekariya êrîşan tê kirin

Ji fermandarên QSD’ê Milîtan Çiya tevgerên çete û artêşa Tirk a dagirker li eniyên Girê Spî û Eyn Îsayê nirxandin û got: Dagirkeriya tirk baregehên nû ava dike û amadekariya êrîşên nû dike.
Milîtan Çiya, diyar kir ku ew rê nadin ku çete gavekê bi pêş de werin.

Ji beriya mehekê zêdetir ve bêdengî li navçaye Eyn Îsa serwer e.

Lê tevgera dewleta Tirk zêde bûye, avakirina baregehên leşkerî û sînorên çêkirî didomîne daku bakurê rêya M4 ji başûrê wê bi temamî qut bike.

Artêşa Tirk ji Mijdara sala borî ve, 5 baregehên leşkerî li derdora navçeya Eyn Îsayê ava kirin.

Ev baregeh li beramberî gundên Xalidiyê, Mielek, Hoşan, Mişêrfê û Seyda yên li ser rêya M4 in.

Ji fermandarên QSD’ê Milîtan Çiya tevgerên çeteyan li baregehan, sûcên li Girê Spî û berxwedana gel nirxandin.

Milîtan Çiya got, piştî dewleta Tirk bajarê Girê Spî dagir kir, dest bi êrîşan kir da ku qada dagirkeriya xwe berfireh bike.

Êrişên li dijî rêya M4, gund û navçeya Eyn Îsa, raste rast sivîl dike armanc.

Milîtan Çiya bal kişand ser berxwedana QSD’ê û anî ziman ku Hêzên Sûriya Demokratîk li hemberî êrişên dijwar ên dagirkeriyê roleke lehengî list û serkeftinên mezin bi dest xistin.

Milîtan Çiya: Em rê nadin ku dagirker gavekê bi pêş de werin

Milîtan Çiya diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker agirbesta ku li ser îmze kiriye bin pê dike û dest bi avakirina baregehan nû kirin e..

Ji Fermandara QSD’ê a li eniyên şer Milîtan Çiya dawiyê anî ziman ku ew rê nadin ku çete gavekê bi pêş de werin, wek QSD’ê di pêkanîna serkeftinê û qewitandina dagirkeran de bi israr in.

Back to top button