HPG: Li Gever û Metîna 16 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngavên Şoreşger yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de bersiva êrîşên dagirkeran didin û rojane derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.
HPG’ê diyar kir di encama çalakiyên gerîlayan de li navçeya Gever a Colemêrgê û herêma Metînayê 16 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Kurdistanê bi çalakiyên bi bandor rojane bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar ki gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dan û ev agahî parve kir,

“2’ê Hezîranê li dijî dagirkeriyên li ser girê Şehîd Çiya yê herêma Zapê bi sê baskan çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de yek jê payebilind 4 dagirker hatin kuştin, 2 dagirker birîndar bûn û 2 kozîkên dagirkeran jî hatin rûxandin. Dagirkeran bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe birin.”

HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de jî ev agahî parve kir,

“1’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li navbera gundên Alyawa û Serê Şikeftê yên navçeya Geverê a Colemêrgê çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya ku 12 dagirker tê de bûn hat hedef girtin û wesayît hat rûxandin û 12 dagirkerên tê de hatin kuştin.”

HPG’ê diyar kir roja 2, 3 û 4’ê Hezîranê herêmên Metîna, Zap û Avaşînê bi helîkopter û balafirên şer hatin bombebarankirin.

Hat diyar kirin ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar 24’ê Gulanê li Çiyayê Cûdî di encama şerê bi artêşa Tirk a dagirker re gerîlayên bi nave Mahir Zender û Serbest Zagros bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd re xwest û soza domandina têkoşîna wan û pêkanîna armancên wan da.

Back to top button