Îro di encama qezaya trafîkê ya di navbera bajarên Bane û Mêrîwan yên Rojhilatê Kurdistanê de 4 jîngehparêzan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin qeza vê sibê di encama li hevqelibîna mînîbus û qamyonekê de pêk hatiye.
Di encama qezayê de 4 kesên jîngehparêz yên Encumena Çiyayê Kesk yên bi navê Dawud Baxişî, Şole Qadirî, Kawe Xosropûr û Arşam Ezîzî jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin 11 kes jî birîndar bûne û ji wan rewşa 2’yan girane.
Encumena Çiyayê Kesk ku gelek komîteyên wê hene di sala 1999’an de ava bûye.
Gelek caran ji ber çalakiyan, endam û rêveberên encumenê ji aliyê îstixbarata rejîma Îranê de hatine girtin û ceza li wan hatine birîn.