”Tevî hemû zext û êrîşan em ê li zimanê xwe xwedî derkevin”

Piştî Cizîra Botan îro li Wanê jî Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo ku zimanê Kurdî bibe fermî li pêşiya avahiya HDP’ê daxuyaniyek da..
Tevî astengîyên polîsên Tirk jî lê bi sedan kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku tevî hemû zext û êrîşan jî ew ê li zimanê xwe xwedî derkevin..

Tora Ziman û Çanda Kurdî, bi daxwaza ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî li Tirkiyê, xwest li Wanê mitîng li dar bixe.

Lê polîsan destûr nedan, ji bo vê jî di navbera polisan û parlamenterên HDP’ê de nîqaş derket.

Di encamê de polisan destûr da ku li ber avahiya HDP’ê ya Bajar daxuyanî bê dayîn.

Li ser vê biryarê, girseya ku li Parqa Ehmedê Xanê û Kuçeya Hunerê li hev kom bûbû berê xwe dan cihê daxuyaniyê..

Sekretera Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev jî axivî, balkişand ser kampaniya ku ji bo ziman hatî destpêkirin û got,

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç jî axivî û da zanîn ku ew ê xebata xwe yên ji bo zimanê Kurdî bibe fermî dewam bikin..

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku tevî hemû zext û êrîşan jî ew ê li zimanê xwe xwedî derkevin..

Piştî daxuyaniyan ji bo îmzekirina kampanyayê bang hatin kirin.

Duh jî heman Torê xwest li navçeya Cizîrê ya Şirnexê mîtingekê li dar bixe, lê ji aliyê polîsên Tirk ve hat astengkirin.

Hatîce Efe: Bila her kes tevlî mîtînga li Amedê bibe

7’ê Hizîranê jî bi heman armancê wê li Amedê mêtîgeke bê lidarxistin.

Sekretera Şaxa Egîtîm Sen a Amedê Hatîce Efe, diyar kir ku perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî bingehîn e.

Back to top button