Li bajarê Silêmaniyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê, îro meşek dê pêk were.
Meş dê ji aliyê 10 partî û rêxistinên sivîl, rojnamevan, kesyetên serbixwe, çalakvanên “Navenda Kar a Nîştimanî” bê lidarxistin.
Berdevkê Navenda Karê Nîştimanî Nebez Xalid têkildarî meşê da xuyakirin ku meş dê saet 17:00’an ji kolana Salim (Rêya Saholeke) dest pê bike û li Baxê Giştî bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.
Nebez Xalid bang li tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê kir ku tev li vê meşa dijî dagirkeriyê bibin.