Ciwan Mistefa: Emê dest bi aşlekirina temenmezan ên jor 55 salî bikin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku jimareke derziyên coronayê gihaştin herêmê, piştî aşelkirina xebatkarên tenduristiyê dê kesên bi temennezin esas werin girtin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku wê dest bi qonaxa duyemîn ya aşlekirina temenmezin ê jor 55 salî bikin.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku ew ê di çend rojên bê de dest bi vekirina navendên aşlekirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Mistefa derbarê têkiliyên Rêveberiya Xweser bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) re wiha anî ziman:

“Ji ber ku jimara ji herêmê re hatibû veqetandin kêm bû, me bi WHO re li hev kir ku dê 6 hezar derzîyî bidin Reqayê, bi vê yekê hejmara derziyan digihêjin 23 hezar û 500`î.”

Di dawiyê de Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku pêngava aşlekirinê dê di hefteya bê de ji Reqa, Tebqa û Eyn Îsayê dest pê bibe, paşê Kobanê û Minbicê, û di rojê de herî kêm 30 ta 50 kes dê werin aşlekirin.

Back to top button