Mamosteyên Tebqayê: Divê civaka navnetewî Rêvberiya Xweser nas bike

Mamosteyên Tebqayê teqez kirin ku divê civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser nas bike, ji ber ku Rêveberiya Xweser projeyeke serkeftî ye ku li hemû herêman biratiya gelan ji xwe re esas girtiye.

Yek ji mamosteyên herêma Tepqayê yê bi navê Ehmed Şelaş der barê mjarê de axivî û got got:

“Rêveberiya Xweser tevî hemû şert û mercan, projeyeke herî demokratîk e ”

Şelaş bi bîrxist ku Rêveberiya Xweser piştî rizgarbûna herêman ji terorê bi xebata xwe ya rêxistinî û rêveberî gelek guhertinên mezin pêk anîn.

Mamoste Rena El-Fayiz jî diyar kir ku dem hatiye civaka navneteweyî bi awayekî fermî îtîraf bi Rêveberiya Xweser û piştgiriya wê jî bike.

Rena teqez kir ku Rêveberiya Xweser di hemû waran de bi riya saziyên civaka sivîl gelek xebat ji gel re pêşkêş kirin ku ji hêla gel ve têne birêvebirin.

Back to top button