Dewleta Tirk a dagirker navçeya şêrewa gundên ku sivîl tê de jiyan dikin topbaran kir û di encama topbaranê de zarokek jiyana xwe ji dest da.
Dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê duh bi şev gundên Mezin, Xirba Şemsê û Meyasê yên navçeyan Şêrawa topbaran kirin.
Di encama topbarana dagirkeriya Tirkiyê de li gundê Kulûtê zarokek 15 bi navê zeynep Hisên Îbrahîm jiyana xwe ji dest da.
Her wiha 2 birîndar hene navê wan jî Hisên Silêman Îbrahîm bavê zarokan e.
û Kurê wî Bekir Hisên Îbrahmî ê 11 salî ku heman malbatê ne birîndar bûye.
Artêşa dagirker dû piştî nîvro jî gundê Birc Qasê jî, topbaran kir.