Tirkiye 2 meh cezayê hebsa malê li kujerê 1700 kesî birî

Hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê bi rengekî eşkere dîsa derket holê.Dewleta Tirk cezayê hebsa malê ya 2 meha li serçeteyekî DAIŞ’ê ku berpirsê kuştina zêdeyî hezar kesî bû, birî.

Dewleta Tirk cezayê hebsa malê ya 2 meha li serçeteyê DAIŞ’ê birî, yê ku berpirsê kuştina zêdeyî hezar kesî bû.

Ev Serçeteyê DAIŞ’ê Erkan Taha Ehmed ku ji aliyê Intrpolê di lîsteya sor de ye û biryara girtina wî hatibû dayîn.

Serçet Erkan beşdarî komkujiya “Spyker ” a 2014’an li bajarê Tekrît ê Iraqê bûbû, berpirsê kuştina hezar û 700 kesî ye.

Dewleta Tirk serçeteyê navborî duh li bajarê Bolu yê Tirkiyê binçav kir, piştre bi cezeya 2 meh hebsa malê ew berdan.

Bi vê cezyê sivik re dewleta Tirk hevkariya xwe bi DAIŞ’ê re eşkere dike lewra bi Doza Kobanê re hemû hêzên ku piştgirî dane berxwedana li dijî DAIŞ’ê dadirizîne.

Niha ji ber doza Kobanê, Hevserokên Giştî HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahadîn Demirtaş, di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd tê de tên darizandin.

Jixwe rojnemevan jî para xwe ji van binpêkirinên dewleta Tirk dibin, lê Serêçetên DAIŞ’ê li ser xaka Tirkiyê serbest tev digerin.

Mînaka berbiçav jî, Rojnamevan Melîs Alphan ji ber ku wêneyekî pîrozbahiya Newrozê ya sala 2015’an li ser medya dîjîtal parve kir, tê xwestin ku bi 7.5 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Li gorî rapora “Expressîon Interrûpte” di 4 mehên îsal li Tirkiyê de 213 rojnameger hatin darizandin, cezayê girtîgehê li 20 rojnamegeran hat birîn.

Hemwextî birîna vî cezayê sivik li ser vî serçeteyî, QSD’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî têkoşîneke mezin li dijî DAIŞ’ê dimeşîne.

Her wiha, bi operasyonên berfireh bi dehan Serçeteyên DAIŞ’ê jî ji aliyê QSD’ê vê tê girtin.

Back to top button