Di encama şewata kampa koçberên Şengalê de 400 kon şewitîn û 6 çend koçber birîndar bûn-HAT NÛKIRIN

Şewata ku doh li Kampa Êzidiyan a li Dihokê derket, 400 kon têde şewitîn û 6 kes jî birîndar bûn.

Rojnewsê ragihand ku doh li Kampa Şeriya ya ku koçberên Şengalê lê dimînin, şewatek pir mezin derket.

Li gorî agahiyan, tîma agirkujê ku tenê 20 kîlomitreyan dûrî kampê ye, 45 kêliyan ma ta gihaşt kampê, ji lew re di encama şewatê de 400 kon şewitîn û 6 kes birîndar bûn.

Rojnewsê diyar kir ku 184 malbat ku hejmara wan hezar û 4 kesin, anha ji derve man e.

Tê gotin ku şewat ji ber temaseke kehrebeyê çêbû ye.

Her wiha Meclîsa Xweser a Şengalê jî bi daxuyaniyek xemginiya xwe ji ber şewata kampa Şeriya anîn ziman.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li welatiyên ku li Kampa Şeriya ya Dihokê ku konên wan şewitîne kir ku vegerin Şengalê, ew amade ne hemû xebatê ji bo wan bike.

Back to top button