Çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî 12 sivîl êşkence kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî navçeya Şêx El- Hedîd a girêdayî gundewarê Efrînê kir û 12 sivîl êşkence kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan, duh çeteyên dewleta Tirk êrîşî welatiyên gundê Hekca a girêdayî navçeya Şêx El- Hedîd kirin û 12 kes girtin êşkence kirin.

Piştî ku êşkenceyek giran çeteyan sivîlên ku binçavkiribûn berdan, lê welatiyekî ku ji ber sixêf ji çeteyan re dabû nehate berdan.

Sedema vê yekê jî ew e ku welatiyan destûr neda çeteyan sewalê xwe bera nava zeviyên wan bidin.

Back to top button