MSD û Rêveberiya Xweser bi Bişara El-Raî re civiyan

Şandeya MSD û Rêverberiya Xweser serdana patrîk dêra Marûniyan Bişara El-Raî li Libnanê kir.

Li gorî malpera MSDê hevdîtin roja pênşemê pêk hat û di hevdîtinê de Îlham Ehmed peyameke danasîna MSDê radestî patrîk kir.

Şandeyê piştrast kir ku ew hewl dide bi hemû hêzên Sûriyê yên nîştimanî û demokratîk re bicive, nexşerêyeke diyar a veguhertina demokratîk li gorî biryara 2254an pêşkêş bike.

Her wiha di hevdîtinê de behsa zehmetiyên Rêveberiya Xweser, mijara koçberên Sûriyê li Lubnanê, dagirkirina dewleta Tirk ji Efrîn, Serê kanî, Girê Spî û bajarên din ên Sûriyê hat kirin.

Patrîk jî, hêvî kir ku zehmetiyên gelê Sûriyê xilas bibin û aramî û ewlehî ji Sûriyê û gelê wê re xwest.

Back to top button