Iraq: Bendavên Tirkiye li dijî ava vexwarinê êrişe

Serokomarê Iraqê ragihand ku avakirina bendavan yên li ser çemên Dîcle û Firatê, bûye sedema kêmbûnek berçav ya avê. Berhem Salih da zanîn ku ev yek jî li ser berhemên çandiniyê yabet jî li ser ava xwarinê, êrişe.

Serokkomarê Iraqê bi boneya roja cîhanî ya Jîngehê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Berhem Salih di daxuyaniya xwe de balkêşa ser bendavên ku dewleta Tirk li ser çemê Firat û Dîcleyê çêdike.

Salih got;

“Avakirina bendavan ya li ser çemê Firat û Dîcle, bûye sedema kêmbûnek berçav ya avê.

Ev jî li ser berhemên çandiniyê taybet jî li ser ava vexwarinê ya welat, êrişe.

Behem Salih diyarkir ku çemê Firat û Dîcle çavkaniya jiyana wlatin.

Back to top button