Pûtîn li dijî mixalîfan biryarek nû erê kir

Li Rûsyayê, bi hemû rengan pêşî li muxaleftê tê girtin.
Bi derxistina qanûnên nû re, fermiyetê didin desthilatê û mafên cûdekariyê ji holê radikin.
Serokdewletê Rûsya Vlademir Pûtîn qanûna dûrxistina rêveberên sazî û rêxistinên ” radîkal” ji hilbijartinên parlementoyê erêkir.

Qanûna ku beriya niha bi dengê parlamenterên ji baskê jêrîn Duma û baskê bilind ê parlamenta Rûsyayê hat qebûlkirin, bi erêkirina Vladimir Pûtîn re fermî bû.

Li gorî qanûna ku Kremlînê weşandî, hat ragihandin ku rêveberên sazî û rêxistinên radîkal ji mafê endamtiya parlamentoyê heta 5 salan tên dûrxistin.

Her wiha endam û karmendên van sazî û rêxistinan jî heta 3 salan nikarin weke cîger bên hilbijartin.

Biryar li ser kesên ku ji hêla dadgehê ve ceza li wan hatiye birîn jî, derbasdare.

Despêkê hikumeta Rûyas, Wexfa Têkoşîna li dijî Nelirêtiyan (FBK) ji aliyê serokê mixalîfên Rûsya Alekxei Navany ve hate avakirin xist lîsteya “Rêxistinên aligirê Tundî û terorîstan”.

Ev yek ji aliyê gel ve, weke darbeyek li dijî Navalny hate pênasekirin.

Biryara têkildarî wexfê bandorê li ser jiyana bi hezaran kesên ku têde kar dikin jî wê bike.

Back to top button