KNK’ê ji bo ku li Metînayê alozî pêk neyê, banga diyalogê kir

Ji bo ku li Metînayê şer navbera hêzên Kurdî de dernekeve KNK’ê bi daxuyaniyekê banga diyalogê kir.

KNK’ê li ser bûyerên ku li Metînayê çêbûn xemgîniya xwe anî ziman.

KNK’ê da zanîn ku li dijî gefên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd pewîstiya Kurdan bi sekneke hevbeşa neteweyî heye..

KNK’ê diyar kir ku şandina hêzek pêşmerge li herêmên Gerîla bê diyalog û bê agahdarkirin cihê pirsê ye..

Her wiha anî ziman ku divê ev bûyer mezintir nebe û got,

”Mezinbûna bûyerê dilê gelê me dişewitîne û dilê dijminan xweş dike”.

KNK’ê bang li her du aliyan kir ku pirsgirêkê bi guftûgoyê çareser bikin.

Her wiha bang li hemî hêz û kesên Kurdistanî jî kir ku di vî warî de xwedî helwest û rolekî pozîtîf bin.

Back to top button