Almanya bi pereyan dixwaze birînên gelê Namîbya derman bike!

Pereyên îro dibin berdêlên komkojiyên duh.
Tenê jiyana mirovan mabû ku bi pereyan neyê kirîn.
Di roja me ya îro de hewldanê vê jî tê kirin.
Piştî zêdeyî 100 salî, Almanya qirkirina gelê Namîbyayê qebûlkir û xwest birîna sedsalî bi dayîna 1,2 milyar euro derman bike.
Namîbya li dijî vê derket û got:
“çiqas pere were dayîn, nikare bibe berdêla jiyana mirovekî.”

Birîna gelê Namîbyayê hîna xwîn dide, Almaniya jî dixwaze bi peryan derman bike.

Piştî sedsalî c
ara yekê Berlîn bûyera qirkirina gelên li Namîbyayê qebûl kir û 28 Gulanê bi daxûyaniya Wezîrê Karên Derve Heiko Maas ragihand ku bi rêya bernameya alîkariya malî wê di nava 30 salî de 1,2 milyar Euroyî bide.

Afrîka: Tenê pere wê bi têra pêçana birînên Namîbayê bike

Li ser vê yekê Alîkarê Serokdewletê Afrîkayê Nangulu Mpumba bi daxuyaniyek çapemeniyê got:

Li hevkirina her du welatan ya dayîna 1,2 milyar euro têr nake, wê nikarîbe mîqadarê despêkê yê tezmînatê vehewîne.

Ev biryarên dîrokî ne û divê em bikin, tevî ku gelekî zehmetin.

Me dikarî ji Almanan peryan bigirin, lê ez bawerim ku ti Namîbyayî nafikire ku pere wê bes bin.

Pere nikare jiyana mirovekî vegerîne, wê nekarîbe bibe berdêla kuştin, dagirkirin û derxistina ji welat jî.

Nûnerên gelên Herero û Nama yên li Namîbya rastî qirkirinê hatbûn, ragihandin ku ew alîkariya Almaniya ya ji bo qebûlkirina qirkirinê qebûl nakin.

Serokê Herero peyamana navbera aliyan bi rûreşî binav kir

Serokê Herero Fîcoy Roccoro peymana navbera her du hikûmetan weke rûreşiyê bi nav kir.

Namîbya ji aliyê Almaniya ve hatbû dagirkirin û di navbera salên 1884-1915 an de weke ” Afrîka Başûr- Rojava ya Elman” dihat bi nav kirin.

Almanya di navbera salên 1904 û 1908 de ji gelê Herero 60,000 û ji gelê Nama 10,000 kes kuştin.

Ji 2015’an de danûstandinên li hevhatina herdu welatan tên kirin.

Back to top button