ROJNAMIYÊN CÎHANÎ HILBIJARTINÊN HERÊMÎ LI TIRKIYÊ WEKE BINKEFTINA ERDOGAN RAGIHAND

Hilbijartina xwecihî li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê di nava rûpelên rojnameyên cîhanî û malperên wan de cihekî berfireh girt.
Rojnameyên cîhanî û malperên çapemeniyê ev hilbijartin weke binketina Erdogan ragihandin.

THE GUARDIAN: ERDOGAN SERKEFTINÊ ÎDÎA DIKE

Rojnameya The Guardian bi serenava “Erdogan Serkeftinê idîa dike” dest pê kir.

Rojnameyê got encamên hilbijartinê binketina AKP eşkere kir û wiha got:

“Tê payîn ku wê hejmara dengan ji nûve werin jimartin.”

Li aliyê din, The Guardian got, HDP sekeftina mezin bi dest xistiye ji ber ku hejmara dengên standine, ji hilbijartina din bêtir in.

BBC: TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN, HDP ENCAMEKE BAŞ BI DEST XIST

Malpera BBC şîroveyek bi serenava “Binketina Erdogan di Hilbijartina Herêmîd de” weşand.

BBC got, hilbijartin di pêvajoya aloziyeke aborî de tê lidarxistin.

Erdogan hilbijartin ji bo referandoma serokomariya xwe li dar xistiye.

Binketina AKP di Enqerê de derbeyeke giran ji Erdogan re ye.

Malpera BBC bi bîr xist ku tevî binçavkirina endamên wan jî, lê HDP hejmarek baş ji dengan bi dest xist.

CNBC: DESPÊKA ERDOGAN LI STENBOLÊ BÛ, DAWIYA WÎ JÎ LI STENBOLÊ BÛ

Têkildarî mijarê, televizyona Emerîkî CNBC windakirina Enqere û Stenbolê ji destê AKP weke derbeyeke mezin a li dijî Erdogan binav kir.

CNBC diyar kir ku despêka partiya Erdogan a Îslamî ji Stenbolê bû, îro jî dawiya Erdogan li Stenbolî tê nîşandan.

FINANCIAL TIMES: RÊBAZÊN ERDOGAN BÛ SEDEMA DERKETINA TEVLIHEVIYAN

Rojnameya The Financial Times jî aliyê aborî girt dest û wiha got:

“Ji bona Erdogan aloziya aborî bi gel bide jibîrkirin, hilbijartin bi ewlehiya netewî ve girê da û xist mijara hebûn û nebûnê.”

Rojnameyê diyar kir ku bankên dewletê dest bi firotina dolaran kir da ku lîreya Tirk biparêze û wiha domand:

“Rêbazên ku dewletê ji bo serketina hilbijartinan di warê aborî de standine, bû sedema derketina tevliheviyan.”

THE NEW YORK TIMES: PIŞTÎ 17 SAL DESTHILATDARÎ, ÊDÎ ERDOGAN PAŞVE DIÇE

Rojnameya The New York Times jî wiha got:

“Piştî 17 sal desthilatdarî, êdî Erdogan paşve diçe.

Ya ku vê rastiyê teqez dike jî, binketina wî li Enqere û Stenbolê ye.”

The New York Times dest nîşan kir ku dibe ku Erdogan weke siyasetmedarekî navdar xuya dike, lê hema partiya wî AKP, di hilbijartinên Hezîranê de bi binket.

Lewre neçar ma bi MHP’ê re têkeve nava koalisyonê.

Leave a Reply

Back to top button