NY: Ji sêyan yekê welatiyên Çadê pêwistî bi alîkariyê heye

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji sêyan yekê nifûsa Çadê pêwîstî bi alîkariya lezgîn a mirovî heye.

NY’yê duh di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji sêyan yekê nifûsa Çadê yan jî 5,5 milyon kes pêwîstî bi alîkariya mirovî ya lezgîn heye û bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez pêşiya fonên serbest berde.

Li welat 1,7 milyon kes jî bi awayekî bi rêk û pêk nikare xwe bigihîne xizmetên tenduristiyê.

NY’yê eşkere kir ku li Efrîqaya Navîn û hema bêje temamî li bajarê Sahel a Çadê bi krîza mirovî ya 3’an re rû bi rû ye.

Her wiha diyar kir ku Çad, xwedî li milyonek koçberan derdikeve, ji van 460 hezar kes di nava welat de ji cihê xwe bûne.

NY’yê ragihand ku fonên mirovî yên ku di çarçoveya bernameya mudaxeleya mirovî tê dayîn Çad bi sînorî xwedigihîne beşekê ji vê.

Ofîsa Koordînasyona Karê Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) diyar kir ku bi taybet di warê jiyanî, tenduristî, stirîn û alîkariyê de ji bo mudaxeleyên lezgîn got:

“Bi lezgîn pêwîstiya me bi çavkaniyên zêdetir hene.”

Back to top button