Çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî 12 sivîl revand û êşkence kirin

Li Efrîna dagikirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagireker û çeteyên wê yên li dijî Efrîniyan zêde dibin.
Dagirkeran ji gundê Hêkiçê yê Şiyê 11 sivîl revand û êşkence kirin, ji navçeya Bilibilê û Raco du sivîl revandin.
Ji bo qirkirina ola êzîdiyan jî dagirkeran mezgeftek li ser gora zarokan a li gundê Qestel Cindo ya Efrînê ava dike.

Li Efrîna dagirkirî rojane asta sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde dibin.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi ser gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê girt û gelek sivîl revandin û bi giranî êşkence li wan kirin.

Hat ragihand ku çeteyan şêniyên bi navê

Rîfayî Welîd Miho

Mihemed Henîf Miho

Elî Sefer

Mihemed Hedle

Şeban Remedan

Selah Mihemed Tana

Mihemed Elî nebî

Şêx Miletî

Şikrî Ibrahîm

Yesir Seîd Elî

Elî Ferîd EL-Elî revandin.

Li gorî Çavdêriya Sûriyê, ji ber şêniyan ji çêrandina çeteyan pezên xwe di nav zeviyên gundiyan de bertek nîşan dan, çeteyan ew revandin û bi giranî êşkence lê kirin.

Ji navçeya Raco û Bilbilê du sivîl hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirvan a Efrînê Sûrî jî eşker kir ku 26’ê Gulana borî, çeteyan şêniyê bi navê Elî Hemze yê 65 salî yê ji navenda navçeya Raco revand.

26’ê Gulana borî jî, ji navçeya Bilibilê ciwanê bi navê Xelîl Hesen Yûsiv ê li ser bendeke kontrolê yê çeteyan hat revandin.

Ji aliya xwe ve Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûrî diyar kir ku ji destpêka vê mehê û heya niha 22 sivîl li Efrîna dagirkirî hatin revandin.

Li gundê Qestel Cindo mizgeftek li ser gora zarokên Êzidî tê avakirin

Di çarçoveya guhartina demografiya Efrînê û qirkirina ola êzîdiyan çeteyên dewleta Tirk mizgeftinek din li gundê Qestel Cindo yê Êzîdî ava dikin.

Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê ragihand ku çeteya nmizgefteke bi navê Ibrahîm El-Xelîl li ser goristana zarokan a li gundê Qistel Cindo yê navçeya Şera ava dike.

Ji bo guhartina demografiya Efrînê li Almanya alîkarî tên komkirin

Di vê derbarê de Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihadn ku li bajarên Almaniyayê komeleya DITIB ji bo avakirina wargehên niştecihê li Efrînê alîkariyan kom dike.

Komeleya DITIB a ku fikrên tundrew li Almaniya belav dike, van alîkariyan radestî wezareta Dîyanet a dewleta Tirkiyê dike.

Back to top button