Li gundewarên Idilbê, di topbarana hêzên hikumeta Şamê de du sivîl birîndar bûn, li çolistana Sûrî jî, 3 endamên hikumetê hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Îro hêzên hikumeta Şamê gundê Ernebê û deverên din yên li gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin.
Di enacmê topbarnê de zarokekê û sivîlekî birîndar bûn.
Li rojhilata Hemayê 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
Li çolistana El-Sexnê ya rojhilatê Humsê, îro mayinek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê bi komeke endamên hêzên hikumeta Şamê de de teqiya .
Li gorî Çavdêriya Sûriyê, di teqînê de 3 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Duh jî di êrişa çetyên DAIŞ’ê nuqteyên hêzên hikumetê yên li çolistana El-Meyadîn a gundewarên rojhilatê Dêrazorê de 5 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin û 2 çeteyên DAIŞ’ê jî birîndar bûn.