Rêveberiya Xweser 3 zarok û jinek DAIŞ’ê radestî hikûmeta Holanda kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser îro 3 zarok û jineke DAIŞ’î radestî Hikûmeta Holandayê kir.

Şandeyeke Holendî bi serokatiya nûnerê Holenda li Sûriyê Emile de Bond îro bi Daîreya Têkiliyên Derva re civiya.

Piştî civînê, protokola radestkirina 3 zarok û jineke holendî yên malbatên Daiş’ê hate îmzekirin

Hevserokê Daîreya Têkliyan Ebdilkerîm Omer di kongreya çapameniyê de diyar kir jinên malbatên Daiş’ê ên ku tu delîlên pêkanîna sûcekî li herêmê dijî wan nehatine sepandin, ew radestî hikûmeta wan dikin.

Omer tekez kir ku divê civaka navdewletî derbarê dadgehkirina çeteyên Daiş’ê bi berpirsyariyên xwe rabe,

her wiha bang li hikûmetên derve kir ku welatiyên xwe yên jin û zarokên Daiş’ê yên ku tu sûc pêk neanîne, werbigrin yan jî piştgirî bidin Rêveberiya Xweser ya ku bi dehhezran ji malbatên Daiş’ê di Kampa Holê de bi cih kirine.

Back to top button