Heya niha 7 hezar donim erazî tê şewitandin û rojane 450 ton dar tên birin

Îro Roja Cîhanî ya Jîngehê ye, lê berevajiya hemû zagon û ehlaqan, dewleta Tirk rojane bi şewitandin û birîna daran jîngeha Kurdistanê wêran dike û talan dike. Ji ber bombebarana dewleta Tirk 7 hezar donim erziyê Başûr şewitiye û rojane 450 ton dar dibire.

Di sala 1973’yan de ji bo parastina jîngehê Neteweyên Yekbûyî (NY) di kongreya Stokholmê de 5’ê Hezîranê weke roja jîngehê diyar kir.

Li gorî bernameya NY ya (UNDP) divê jîngeh were parastin û girîngî pê were dayînê.

Lê berevajiya yasa, ehlaq û hemû pîvanan ji sala 2018’an ve dewleta Tirk a dagirker li cihên Herêma Kurdistanê ên dagir kirine dest bi birîna daran û talankirina wan kiriye.

Li gorî belgeyên fermî yên walitiya Dihokê, rojane 450 ton dar di birin û difiroşin tirkiyê.

Li gorî Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT ji ber êrişên dewleta Tirk 148 gund vale bûne û metirsiya valakirinê li ser 500 gundan jî heye.

Li herêma Kanî Masî ku bi warê berhemê hingiv, baxçeyên sêv û daristanên darên berû, di nava 40 rojên êrişê de hezar û 300 şanên mêşên hingiv tine bûne.

Şêniyên wê herêmê hemû lawirên xwe firotîne.

Li gorî rapora CPT’iyê ji ber bombebaranan 7 hezar donim erazî şewitiye û stasyuna ava 9 gundan a li gundê Ednê ya li Kanî Masî wêran bûye.

Li gorî madeyên 35, 54 û 55 ên protokula yemek a peymana Cenewreyê ya sala 1977’an û peymanên navneteweyî yên jîngehê tişta ku Tirkiye li hemberî jîngeha Kurdistanê dike sûcê şere û li dijî mirovahiyê ye.

“Divê hukumet li dijî dagirkeriya Tirkiriyê derkevin”

Seroka Rêxistina Diristan a Jîngehê Tirîfe Nasîh êriş şermezarkir û diyar kir ku dewleta Tirk ziyanek mezin daye jingeha Kurdistanê û got;

“Ev yek jenosîd û qirkirina jîngeha Kurdistanê ye.

Divê gel û hukumet li hemberî komkujiya xwezaya Kurdistanê bibin xwedî helwest.

Li her cihekî Kurdistanê darek were birîn weke, weke tunekirina Kurdekê ye.

Jinan ji partiyên siyasî diyarkirin ku dewlet aTirk dagiker, di aliyê aborî, civakî û siyasî de bandorek mezin li Başûrê Kurdistanê kiriye.

Civaka navnetewî li dijî dagirkeriya Tirk bêdenge, divê gelê Kurd nerazîbûna xwe di asta herî bilind de nîşan bide.

Jinan bang li partî û hizbên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirin ku bi gel re bibin yek û dijî dagirkeriyê derkevin

“Bêdengiya parlemen û hukumetê rewşê xirabtir dike”

Jinên Helepçe li dijî êrîşên dewleta Tirk nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaz ji hikumetê kirin ku li dijî van êrîşan helwesta xwe bide diyarkirin û got;

Dewleta Tirk bi hinceta hebûna Hêzên gerîlayên PKK’ê, xaka me dagir dike

Bêdengiya parleman û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê rewşê hîn xiraptir dike.

Back to top button