Dagirker gundê Miheleq, kampa Eyn Îsa û Rêya M4 tobparan kirin

Dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Mielek, Rêya M4 û kampa Eyn Îsayê bi bi çekên giran tobparan kirin.

Di encama tobparana li ser malên sivîlan agir bi mal û erdê wan ket.

Li Şehbayê di teqîna mayînekî de 3 zarok birîndar bûn

Li aliyê din duh li gundê Babinisê yê Şehbayê saet di 18:00’an de mayînek teqiya.

Di encamê de 3 zarokên ku koçberên Efrîn bûn û yên Şehbayê jî bi giranî birîndar bûn.

Navên zarokên birîndar ev in:

Ebdulkerîm Silêman (11), Celal Hisên (16) û Selam Şebabo Xalid (14).

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a Şehbayê û rewşa wan ne baş e.

Back to top button