Balyoza DYA’ya Neteweyên Yekbûyî Lînda Thomas Greenfîeld diyar kir, êrişên li ser Wargeha Penaberên Mexmûrê binpêkirina hiqûqên navneteweyî û mirovî ye.
Lînda Thomas Greenfîeld,li ser hesabê xwe yê Tevna Civakî daxuyaniyek da.
Di daxuayaniyê de got:
“Rayedarên Tirkiye sivîlên wargeha penaberan a Mexmûrê kirine armanc.
Ev li dijî pîvan û hiqûqa mirovahiyê û navdeweletî ye.
Êrişên li ser sivîlên li kampa penaberan tê wateya binpêkirina hiqûqên navneteweyî û mirovî.”
Lînda Thomas bang li dewleta Tirk kir ku li hemberî mafên penaberan rêzdar bin.