KCDK-E’yê bi daxwiyaniyekê êrîşên li ser Mexmûrê şermrzar kir û bang li kurdan kir ku ji bo parastina xaka xwe rê li ber dagirkriya Tirk bigirin.
KCDK-E yê di daxwiyaniya xwe de anî ziman “Ji ber ku peymanên Navnetewî di ber çavan re nayên derbaskirin, dewleta Tirk li pêşberî Netewên Yekbûyî, Hikumeta Navendî ya Iraqê û PDK’ê êrîşê Mexmûrê dike.”
KCDK-E bang li gelê Kurd ê welatparêz kir ku xwedî li xak û rûmeta xwe derkevin, bêdeng nemînin û li dijî êrîşê seferber bin.
Her wiha bang li dewletên Rojavayî jî kir ku dest ji dirûtiya xwe berdin û qanûnên navnetewî pêk bînin.