Ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir

Cara yekem li herêma Cizîrê, Komîteya Metiryalan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê, ezmûnên refa 9 û12`an bi zimanê dayîkê(Kurdî-Erebî) pêk tîne.

Îro di seat 08:30`an de yekem ezmûna metiryalên refa 12`an li Herêma Cizîrê dest pê kir.

Li gorî Komîteya Ezmûnan li herêma Cizîrê 64 navend ji bo refa 9 û 12`an hatine amadekirin.

Li ser bernameyê jî, îro refa 12`an beşa zanistî dest bi ezmûnan kir û wê heya 27`ê Hezîranê ezmûn berdewam bikin .

Girêdayî beşa wêjeyî jî , ezmûn heta 23`ê heman mehê wê bidomin.

Hejmara xwendekarên ku tevlî ezmûnan bûn bi giştî 3 hezar û 172 xwendekar in.

Back to top button