Şêniyên Mexmûrê berxwedana gerîla silav kir

Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê bi meşeke girseyî berxwedana gerîlayên azadiyê ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk silav kir. Şêniyan bal kişand ser şerê Tirkiyê û bang kir ku divê asta berxwedanê li her qada welêt bilindtir bibe.

Şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayên azadiyê ya dijî Tirkiyaya dagirker, meşeke girseyî li dar xist.

Meş ji avahiya Saziya Malbatên Şehîdan derket û heta bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve çû serî.

Tê de, pankartên “Em Berxwedana Gêrîlayên Azadiyê silav dikin, Ez Avaşîn im, Bijî Serok Apo” hatin bilindkirin.

Endama Meclisa Îştar Xurbet Îşlek axivî û bal kişand ser şerê dewleta Tirk ê li ser gerîla; ku dewleta Tirk hebûn û nebûna xwe pê ve girêdaye.

Xurbet diyar kir ku li hember vê helwesta Tirk, tê xwestin ku asta berxwedanê bilindtir bibe.

Di daxuyaniya ku li wir hat dayîn de jî, ev tişt hat zimên:

“Hêzên Navnetewî dixwazin bi qirkirinên gelan, statuya xwe ya navendî misoger bikin û Rojhilata Navîn di bin îdyolojiyeke nû de dagir bikin.

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze Zap, Avaşîn, Metîna û hemû qadên Parastina Medyayê dagir bike da ku bi rêya wê, xeta Şengal, Mexmûr û Rojava jî bixe bin destên xwe.”

Back to top button