Gerîla bi berxwedaneke mezin bersiva êrîşên li ser başûrê Kurdistanê dide.Gerîlayan li Girê Koordîne y Metîna 3 dagirker kuşt.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG`ê ragihand ku hêzên wan li Girê Koordînê yê Metînayê xwe berdan nava dagirkeran û ji nêz ve li wan da.
Li gorî agahiyan di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û çeperek hate rûxandin.
HPG’ê 5’ê mehê de jî li qada Zendûra ya Metînayê li dagirkerqan dan.