Nesan Nebî: Asta ava Feratê gelekî kêm bûye

Pisporê teknîkî yê Odeya Operasyonan a Bendava Firatê Nesan Nebî diyar kir ji ber qutkirina ava çemê Firatê asta çem gelekî kêm bûye.. Nebî bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da peymanên têkildarî avê bi cih bîne.

Ji beriya 4 mehan ve dewleta Tirk, para Sûriyê û Iraqê ji ava çemê Firatê qut kiriye bi vê re, asta golên Firat, Tişrîn û Hiriyê kêm bûye.

Li ser mijarê, Teknîsyenê di Odeya Operasyonan a Bendavên Firatê, Nesan Nebî diyar kir ku ava gola Firatê li gorî asta deryayê daket 298, 45 metreyan.

Nesan Nebî anî ziman ku ji ber kişandina avê ji bo vexwarin û avdanê, asta her sê golan kêm bûye û got:

“3 Hezîranê asta gola Firatê 3 metre ji deryayê daket, ji dema qutkirina avê ve, kêmbûn daket 5 metreyan an ku rojane 5 cm kêm dibe ku digihêje asta golên bendavan ên mirî û di encamê de stasyonên kehrebe û avê yên bendavê ji xizmetê derdikevin.”

Nesan Nebî: Eger wiha bidome, dê hemû stasyonên avê ji xizmetê derkevin

Nebî hişyarî da ku eger dewleta Tirk qutkirina avê li ser herêmê bidomîne dê piraniyên stasyonên avdanê û ava vexwarinê ji xizmetê derkevin û ji aliyê aborî, mirovî wê karesetek çêbibe.

Nebî bibîrxist ku asta qirêjiyê di kanalîzasyonê û qada pêşesaziyê de ku xwe dispêrin ava Firatê zêde bûye, lewra ev yek xetereyeke mezin li ser masiyan û tenduristiya şêniyan çêdike û belavbûna nexweşiyan zêdetir dike.

Dawiyê Odeya Operasyonan a Bendava Firatê bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ava Firatê berdin û peymanên têkildarî avê bi cih bîne.

Back to top button