KCK: Armanca dewleta Tirk û PDK’ê bû yek

Gelê Kurd, hêzên siyasî û saziyên demokratîk, divê li dijî nêzîkatiya PDK’ê ya ku xwe daniye ber dewleta Tirk a dagirker û qirker, li her cihî helwestê nîşan bide û li dijî dagirkeriyê bi xurtî piştgiriyê bide têkoşîna gerîla.

Gelek aliyên siyasî yên Kurd dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo yekrêziya netewî ketine nava hewldanan de.

Di demeke wiha de balkêş e ku PDK’ê hêzên leşkerî dişîne qadên gerîla.

Li gel ku Fermandariya HPG’ê gelek caran hişyarî daye jî lê PDK’ê duh hêzên xwe şandin qadên gerîla yên li herêma Metîna.

Li ser mijarê îro KCK’ê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di demekê ku tirkiyê li herêmê xetimiye, PDK’ê dest bi êrişeke dorpêçkirinê kiriye.

KCK’ê ragihand ku PDK’ê bi vê helwesta xwe, bi rengekî eşkere li kêleka dewleta Tirk tevlî şerê li dijî gerîla bûye û got,

”Ev hevkariya şer ku heta niha bi rengekî veşartî dihate kirin, êdî eşkere bûye”.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku PDK’ê bi vê gavê hewl dide dewleta Tirk ji têkçûnê rizgar bike.

KCK: Ji her şer û windahiyan wê PDK’ê berpirsyar be

KCK’ê anî ziman ku di demekê de ku PDK’ê dixwest bi wan re hevdîtinan bike,avêtina gaveke bi vî rengî tê wateya xapandin û komploya li dijî tevgerê û got,

Eşkere ye ku dorpêçkirina qadên gerîla, qutkirina qadên gerîla ji hev, tê wateya ragihandina şer a li dijî gerîla.

Beriya demeke kurt rayedarê PDK’ê Fazil Mîranî got, dibe ku li dijî gerîla şer bê kirin.

Ev gotin bi xwe nîşan dide ku ji bo gaveke bi vî rengî amadekarî hatiye kirin.

Ji her şerê ku rû bide û ji her windahiyan re wê PDK berpirsyar be.

KCK: Hemû Kurd li dijî êrîşên PDK’ê xwedî helwest bin

KCK’ê ji bo vê yekê bang li gelê Kurd kir ku li dijî dagirkeriyê her kes serî hilde û ev tişt got,

Gelê Kurd, hêzên siyasî û saziyên demokratîk, divê li dijî nêzîkatiya PDK’ê ya ku xwe dide ber dewleta Tirk, li her cihî helwestê nîşan bide.

Jin û ciwanên Kurd li her derê li dijî dijminê Kurdan, li refên pêş ên têkoşînê cih bigirin, civakê bixin nava liv û tevgerê û bi rola xwe ya dîrokî rabin.

KCK’ê di dawiyê de teqez kir ku bi berxwedaniyê ew ê azadiyê Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk nêzîk bikin.

Back to top button