PYD’ê êrîşa dewleta Tirk a li ser Wargeha Mexmûrê şermezar kir

PYD’ê jî bi daxuyaniyekê êrişa hovane ya dewleta Tirk a li ser wargeha Mexmûrê şermezar kir.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk raste rast kampa tijî sivîl bombebaran dike û got:

”Ev êrîş li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye”.

PYD’ê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk li ser Kurdistanê û gelê wê xeter in û divê helwesteke diyar li hemberî wan were nîşandan.

PYD’ê teqez kir ku ev êriş li ser gelemperiya erdnîgariya Kurdistanê û gelê Kurdistanê bi giştî xeter e û got:

” Divê PDK’ê bi komployên dewleta Tirk neyê xapandin û rê li pêşiya hewldanên wê bigire.”

Dawiyê PYD’ê anî ziman ku helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê dê bi xwe re wêraniyê bîne ser gelê Kurdistanê.

Back to top button