‘ROJBÛNA RÊBER OCALAN ROJBÛNA GELÊN AZADÎXWAZ E ‘

Bi nêzîkbûna 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Ocalan re çalakiyan li bakûrê Sûrî destpêkirine.
Bi vê boneyê li Dêrik, Rimêlan, Serêkaniyê û Kobanê semîner hat dayîn.
Di semîneran de 4’ê Nîsanê li gelên Kurdistanê hat pîroz kir û weke rojbûna gelên azadîxwaz hat bi nav kirin.

Bi nêzbûna 4’ê Nîsanê roja rojbûna rêber Ocalan re amadekariyên pêşwazîkirinê jî destpêkirine.

Bi vê boneyê, Meclisa Dêrikê civînek ji şêniyan re li dar xist.

Di civînê de ji rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Dijwar Mihemed axivî .

Mihemed 4’ê Nîsanê pîroz kir û got:

Perspektîfên rêber Apo hişt ku em bigihîjin vê qonaxa dîrokî.

Rojbûna rêber Ocalan ji gelên azadîxwaz re destpêka jiyaneke nû ye.

Bi heman armancê Kongra Star a şaxê Girkê Legê semînerek li Navenda Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê da.

Li vir ji rêveberên Kongra Star a kantona Qamişlo Agirî Xelat axivî û got:

“Rojbûna Rêbertî wekî ronahiya ku berê me bi rêya azadiyê ve ronak kiriye. Rojbûna rêbertî rojbûna hemû gelên azadîxwaze.

Dawiyê sinevizyonek li ser jiyan rêber Ocalan hat nîşan dan.

EVÎND SIWÊD: KOMPLOYA LI DIJÎ OCALAN TÊK ÇÛ

Kongreya Star û Meclisa Navçeya Tirbespiyê jî civînek li darxist.

Di vê civînê de Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûrî Evîn Siwêd axivî û got:

Fikrê rêber Ocalan ji bo hemû gelên bindest bû, lewma ji xwe re esas girtin.

Bi vê yekê jî komplo têk çû.

‘ JIN ROLEKE ÇALAK LI SER BINGEHÊ FIKRÊ RÊBER OCALAN LÎST ‘

Bi heman boneyê Kongra Star bi koordîneya Meclisa Serêkaniyê jî li navenda çand û hûnerê ya Waşokanî semînerek da.

Her wiha sînevîzyonek li ser jiyana rêber Ocalan hat nîşan dan.

‘ROJBÛNA RÊBER APO ROJBÛNA GELÊ KURD E’

Kongra Star li Kobanê jî semînerek bi navê Rastiya Serokatî da.

Semîner ji aliyê endama Koordîsyona Kongreya Star Zehra Berkel ve hate dayîn û wiha hat gotin;

Em wek jin ku rêber Apo azadî ji bo me aniye.

Divê em çalakiyan ji bo rakirina tecrîdê û azadiya rêber Apo pêk bînin.”

Leave a Reply

Back to top button