
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku di nav 24 saetên dawî de 61 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine.
Hevserokê desteya Tendurstiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku ji pêketiyan 27 mêr û 43 jin in.
Her wiha Mistefa destnîşan kir ku 7 kesên bi Corona ketibûn, baş bûne.
Bi van daneyan, jimara kesên ku bi Coronayê ketine li Bakur û Rojhilayê Sûriyê gihiştiye 18 hezar û 36 kesî.
Ji wan 732 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 829 kes jî baş bûn.