HPG: Di çalakiyên li Heftanîn û Metîna de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Heftenîn û Metînayê de, herî kêm 4 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de ev agahî parve kir:

5’ê Hezîranê gerîlayan li Girê Sîser ê qada Geliyê Pisaxa ya Heftanînê 2 çalakiyên sabotajê pêk anîne.

Kontrayê binavê Şahîn hate kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Heman rojê gerîlayan li Girê Koordîne ya Metînayê xwe bera nav dagirkeran da.

Di encama şerê rûdayî de, 3 leşker hatin kuştin.

6’ê Hezîranê gerîlayan li dijî dagirkerên li Girê Zendûra ya Metînayê çalakî pêk anîn.

Derb li çepera dagirkeran hatexistin, lê têkildarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk ya ku di bejahiyê de encamên dixwaze nikare bidest bixe, 5-6’ê Hezîranê herêmên Metîna, Avaşîn û Zap bombebaran kir.

HPG’ê dazanîn ku di van êrîşan de ti ziyan li hêzên wan nebûne.

Back to top button