Li gel NY’yê 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin

50 rêxistinên civaka sivîl gilînameyek li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê radestî Nûnertiya NY’î ya li Silêmaniyê kir.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê nerazîbûnên xelkê dewam dikin..

50 rêxistinên civaka sivîl gilînameyek li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê radestî Nûnertiya NY’î ya li Silêmaniyê kir.

Sekreterê Partiya Kesk a Kurdistanê Milko Bazyanî diyar kir ku wan ev gilî kiriye, wê heta dawiye mijarê bişopînin û dest jê bernadin.

”Di encama êrîşan de sivîl û koçber şehîd dibin”

Rojnamevana Hewlêrê Aştî Şehbazî jî diyar kir ku rojane di encama êrişên dewleta Tirk de welatiyên sivîl ji warên xwe koçber dibin.

Her wiha mal û milkên wan wêran dibin.

Aştî Şehbazî bang li Hikûmeta Herêmê kir ku pêşî li gel vekin daku gel xaka Kurdistanê li ber dagirkeriyê biparêze.

Rojnamevan Aso Mela jî da zanîn Erdogan bi rêya êrîşên xwe dixwaze xewna Osmaniyan zindî bike.

Aso anî ziman ku ev dagirkerî ne tenê dagirkirina xakê ye, di heman demê de dagirkirina dîroka Kurdistanê ye.

”Êrîşên dewleta Tirk li dijî hemû gelê Kurd e”

Dayika şehîdekî gerîla, Zuhre Kerîm jî diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê dijî gerîlaye, di heman demê dijî hemû gelê Kurde.

Zuhre behsa hewldanên dawî yên PDK’ê jî kir û da zanîn ku hewldanên PDK’ê yên ji bo şerek di navbera Kurdan de cihê xemginiyê ye.

Back to top button