Berhem Salih: Êrîşa li ser Mexmûr dijî qanûnên mirovî ye

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih êrîşa li ser wargeha Mexmûrê şermezar kir û da zanîn ku êrîş li dijî qanûnên mirovî û navneteweyî ye.

Doh balafirên dewleta Tirk a dagirker wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cudî bombebaran kir..

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bi daxuyaniyeke nivîskî êrîş ‘bi tundî’ şermezar kir, weke gaveke Metirsîdar pênase kir û got,

“Ev gaveke metirsîdar e, Jiyana welatiyan ku penaber di nav de ne dixe metirsiyê. Her wiha li dijî qanûnên mirovî û navneteweyî ye.”

”Êrîşa li ser Mexmûrê naye pejirandin”

Cîgirê berpirsê Malbenda 3 a Hewlêr ya YNK’ê Reşad Gelalî jî li ser êrîşê axivî û da zanîn ku êrîş nayê pejirandin.

Reşad Gelalî diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi êrişan ji şêniyan re bêje, çi dema bixwazim dikarim êrişî wargehê bikim.”

Back to top button