Peker îtirafên piştevaniya AKP’ê ji bo çeteyên El Nusra weşand

Çeteyên El-Nusra rêxistineke di nava lîsteya terorê ya qada navnetewî de ye. Êdî ev yek ji aliyê her kesî ve tê zanîn.

Bi şerê navbera mafya û AKP’ê re piştevaniya Erdogan ya ji bo çeteyên El-Nusra eşkere dibe.

Ji serokên Mafya û zilamê dewleta kur a Tirkiyê Sedat Peker bi dimen piştevaniya AKP’ê ya bi çeteyên El-Nusra re eşkere kir.

Serokê mafya û zilamê dewleta kur a Tirkiyê Sedat Peker duh dîmeneke nû belav kir û tê de behsa axaftina di navbera wî û yek ji xizmên serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir.

Sedat Peker di dîmen de eşkere kir ku ew xizmê Erdogan çek şandine ji Cebhet El-Nusra re.

Di dîmenê ku 13 deqe ye, serokê mafyayê Peker der barê naskirin û beşdarbûna dawîn di peydakirina çekan ji bo alîkariya kesên radîkal li Sûriyê teqezî li ser Serdar Ekşî kir.

Ekşî aloziya li nava AKP’ê ku piştî axaftinên Peker derketî jî îtiraf dike.

Di meha borî de jî Peker di dîmenekî de gotibû Tirkiyê bi rêya şîrketa SADAT ku şîrketeke ewlehiya taybet e û ji aliyê mezintirîn şêwirmendên leşkerî yê Erdogan; Adnan Tanriverdi ve hatiye avakirin, çekan dişîne ji Cebhet El-Nusra re.

Her wiha di dîmena berê de Peker hevkariya di navbera berpirsên Tirk û Cebhet El-Nusra de eşker kir û tê de îşaret bi şandina destekdayîna leşkerî ji Tirkmenên Sûriyê re kiribû.

Peker di nava hefteyên borî de dîmen belav kirin û di wan de dosyayên gendeliyê ku destê xizmên Erdogan û partiya wî di wan de hebû, eşkere kir.

Ji ber vê yekê jî tevliheviyeke mezin li Tirkiyê çêbûye û hin alî dixwazin lêpirsîn hebe da ku rastiya van tiştan nas bikin.

Back to top button