Li Idlibê di topbarana deverên çeteyên Tirkiyê de çeteyek hat kuştin

Li gundewarê Idlibê, hêzên hikumeta Şamê cihên çeteyên dewleta Trik topbaran kir di encamê de çeteyek hat kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyên Tirkiyê yên li gundewarê Laziqiyê, Idlibê û Hemyê topbaran kirin.

Di encama topbaranê li ser de herêma Meşûn û Ehsim yên Idlibê çeteyekî dewleta Tirk hat kuştin û kesek birîndar bû.

Çavdêriyê diyar kir ku di encama tobarana gundê Ziyara yê li Seh El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê de jî zeviyên şêniyan şewitîn.

Li çolistana Sûrî jî îro belafirên şer yên Rûsyayê zêdetirî 40 êrîş li dijî herêmên belavbûna DAIŞ’ê pêk anî.

Çavdêriyê duh diyar kiribû ku di nav du rojên dawî de 24 endamên hêzên hikumetê di êrîş û mayînên çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî hatin kuştin.

Back to top button