Dagirkeran gundên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bê navber dewam dikin.. Îro careke din artêşa dewleta Tirk gundên navçeya Şera topbaran kir.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Merenaz û Elqemiyê yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî bi çekên giran topbaran kirin.

Duh jî artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Mielek, Rêya M4 û kampa Eyn Îsayê bi bi çekên giran tobparan kirin.

Di encama tobparana li ser malên sivîlan agir bi mal û erdê wan ket.

 

Back to top button