Çalakiya greva birçîbûnê di roja 192’an de dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ên li girtîgehan dan destpêkirin di roja 192’an de bi biryardariyek xurt didome.Parêzera Rêber Apo Newroz Ûysal, jî diyar kir ku ku heke polîtîkayên şer ên dewletê dewam bikin wê tecrîd girangir bibe û anî ziman ku qasî ku tecrîd hebe wê zêxtên dewletê jî dewam bikin.

Berxwedana girtiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ne bi biryardariyeke mezin didome.

Bi dewrgirtina koma 39’emîn çalakiya greva birçîbûnê di roja 192’an de ye.

Çalakiya grevê li Mexmûrê jî di roja 171’an de didome.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî di roja 154′ de çalakiya xwe dewam dikin.

Newroz Ûysal: Tecrîda li Îmraliyê bi destê dewletên navnetewî tên meşandin

Di heman çarçoveyê de, Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, li navçeya Nisêbînê panela bi navê “Tecrîd Sûcê Mirovahiyê Ye, Bila Tecrîd Bi Dawî Bibe” li dar xist.

Hevserokê HDP’ê yê Nisêbînê Şiyar Koç kir, ji parêzerên Rêber Apo Newroz Ûysal û Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû weke axaftvan beşdarî panelê bûn.

Newroz Ûysal a di panelê de axivî, diyar kir ku tecrîd ne tenê bi destê Tirkiyê, di bin kontrola dewletên navnetewî û rêxistinên îstîxbaratê tê meşandin.

Newroz Ûysal: Bi tecrîda Îmraliyê re dixwazin birêz Ocalan û gel ji hev dur bixin

Newroz Ûysal, dazanîn ku pêkanînên li Îmraliyê bi kêfî ne, qanûnên li Îmraliyê tên pêkanîn ji qanûnên Tirkiyê cudatir in û wiha dimand:

” Qanûnên li Îmraliyê bi destê dewletê hatine çêkirin. Armanc teslîm girtina vîna Birêz Ocalan û li gor daxwaza wan tevgerîne.

Ji ber Birêz Ocalan ferzkirina teslîmiyetê qebûl nekir, îro dibin tecrîdê de tê girtin.

Parêzera Rêber Apo, destnîşan kir ku hêzên navnetewî di Rojhilata Navîn de Birêz Ocalan weke gefekê dibînin û wiha axivî:

“Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan hemû civak û siyaset di bin êrîşan de ye. Dixwazin deng û sekna Birêz Ocalan ji gel dûr bixin û baweriyê ji holê rakin.”

Newroz Ûysal: Divê herkes li dijî tecrîdê derkeve

Newroz Ûysal, daxuyakirin ku heke polîtîkayên şer ên dewletê dewam bikin, wê tecrîd girangir bibe û anî ziman ku qasî ku tecrîd hebe wê zêxtên dewletê jî dewam bikin. Her wiha banga derketina herkesê li dijî tecridê kir.

Piştî panele li pêş avahiya Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê ji bo balê bikişînin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê ku li girtîgehan dewam dike daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku tecrîd bi dawî bibe.

Back to top button