ARTÊŞA DAGIRKER HERÊMÊN PARASTINA MEDIYA BOMBEBARAN KIR

Êrîşên bi armanca dagirkeriya xaka Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve bi dawî nabin.
Artêşa dagirker herêmên parastinê yên Mediya û gundê Şêraniş ê Zaxoyê bomberbaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşan daxuyaniyek da û ev agahî parvekirin:

“Balafirên artêşa Tirk a dagirker, bejahiya Geliyê Zê, Girê Karker, qada Gundê Fileha û ya Mamreşo û girê şehîd Şahîn bombebaran kir”.

1’ê Nîsanê saet 06.40’î balafirên şer ên artêşa Tirk dîsa herêma Merwanûs a Avaşînê bombebaran kiriye.

Navendê ragihand ku di van êrîşan de ti windahiyên wan çênebûne.”

ARTÊŞA TIRK GUNDÊ ŞÊRANIŞ YÊ ZAXOYÊ BOMBEBARAN KIR

Li alyê din hat ragihandin ku 29’ê Adarê artêşa dagirker bi hewan û obusan gundê Şêraniş ê Zaxoyê bomberbaran kir.

Li vir jî, maleke gundiyan hate rûxandin û ziyan da malên derdorê.

Hate ragihandin ku sê top li nava gund ketine û ziyaneke zêde daye gundiyan.

Leave a Reply

Back to top button