Li bajarê Kobanê bi merasîmekê pêşangeheke wêneyan a salane hat vekirin û 3 rojan wê dewam bike..
Pêşangeh li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê û bi pêşengtiya Desteya Çandê ya Herêma Firatê hatiye birêxistinkirin.
Di merasîma vekirina pêşangehê de bi dehan şênî û nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser jî amade bûn .
Hevseroka Navendê Neclaa Bozan diyar kir ku her tabloyek çîrokekê vedibêje û wê Tevgera Çand û Hunerê piştgiriya derketina behreyên veşartî bike.
Di pêşangehê de 100 tabloyên cihêreng hebûn.
Wênyên vê pêşangehê ji aliyê 19 xwendekarên xort û keç û bi pêşengiya mamoste Zehredîn Ebdê û Nûrhan Cimo hatine xêzkirin.