Şêniyên Mexmûrê: Eger dibistan vekirî bûna, dê bobelatekê rû bida

Şêniyên Mexmûrê yên ku li cihê êrişa balafira Tirkiyeya dagirker amade bûn, anîn ziman ku eger dibistan vekirî bûna û ne bênvedan bûya, dê bobelateke mezin bihata serê penaberan. Mexmûriyan bang li NY kir ku li hemberî Wargehê, bi erka xwe rabe.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ên ku di dema êrîşa 5 vê mehê de amade bûn û bûn şahidên hovîtiya Tirkiyeya dagirker, ji Roj Newsê axivîn.

Jina bi navê Xatûn Îsmaîl da zanîn ku eger ne bêhnvedan bûya, dê bobelateke mezin li cihê êrîşa pêkhatî, rû bidaya.

Elî Urek dibêje ku teqîn li qada fotbolê pêk hat û ew tenê 100 mitiran jê dûr bûn…

Viyan Budak jî anî ziman ku dagirkerî bi sedan êrîşên wiha li dij Wargehê pêk anîne…

Şêniyên Mexmûrê: Divê NY bi berpirsiyariya xwe rabe

Mexmûriyan her wiha duh bi meşekê êrîşa navborî şermezar kir û bang li NY kir ku hemberî Wargehê bi perpirsiyariya xwe rabe.

Back to top button