Mihemedê Mûsê: Divê gelê Kurd li hemberî planên qirkirinê parastina xwe bike

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsê anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe li ser Başûrê Kurdistanê plan dike gelê Kurd tune bike. Mûsê Ji gelê Kurd xwest ku li hemberî êrîşan bê deng nemînin. Rewşenbîrên herêma Cizîrê jî, banga helwestê li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir.

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ne nû ne û divê gelê Kurd bi her awayî parastina xwe bike.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23 Nîsanê ve dest bi êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê kiriye.

Hêzên gerîla jî derbên giran li wan didin, dagirker nikarîbû li ber berxwedana gerîla rabe, îcar çekên kîmawî bi kar anîn.

Mihemedê Mûsê destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk êrîşên xwe zêdekirine, armanca wê bi temamî tinekirina gelê Kurd e.

Her wiha ev êrîş berdewama projeya li dijî çar parçeyên Kurdistanê ne, Mûsê ji bo têkbirina van planan anî ziman ku divê gelê Kurd li her derê rabe ser pêyan û li kolanan be.

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê balkişand li ser bêdengiya navnetewî û aliyên siyasî li hemberî êrîşên Tirkiyê.

Mihemedê Mûsê got:

“Dagirkeriya Tirk li pêşberî berxwedana gerîla çi bike, tevlihev bûye.

Gelê Kurd di vê demê de ji bilî berxwedanê tu vebijêrkeke xwe nîn e.

Em bawer in ku gelê Kurd û gerîlayên azadiyê dê li pêşberî vê êrişa dagirkeriyê jî bi ser bikevin.”

Rewşenbîr: Bêdengiya li hemberî êrîşan nîşaneya hevkariyê ye

Di heman çarçoveyê de jî, Rewşenbîrên herêma Cizîrê bêdengiya hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê bi hevkariya dewleta Tirk û erêkirina wan a dagirkirinê bi nav kirin

Rewşenbîran bibîrxist ku dewleta Tirk niha dagrikeriya li Efrîn û Serê kanî yê pêkaniye, niha li Başûrê Kurdistanê dubare dike.

Back to top button