Hesen Koçer: Qutkirina ava çemê Firatê planeke guhertina demografiya herêmê ye

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer diyar kir ku qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve sûcekî li dijî mirovahiyê ye,di heman demê de planeke ji bo demografiya herêmê biguherîne ye.

Têkildarî mijarê, Hesen Koçer ji Ajansa Hawar’ê re axivî û diyar kir,ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta niha siyaseta dewleta Tirk diyar e.

Hesen Kocer diyar kir ku dewlet Tirk bi ji bilî siyaseta xirabkirin hilweşandina binesaziya Sûriyê, gûhertina demografîk, destekdayînê bi çeteyan re ti karekî wî nîne.

Hesen Koçer balkişand li ser destkeftiyên Rêveberiya Xweser li herêmê û got:

“Destkeftî wê her berdewam bikin, tabî ne li gorî siyaseta dewleta Tirk e, ji ber vê yekê dewleta Tirk hewil dide bi hemû rêbazan destkeftiyan têk bibe, di rêkên ne rewa mîna birçîbûn û qutkirina avê.

Ji vê zêdetir qutkirina avê dê bandoreke neyînî,li jiyana şêniyên li Sûriyê bi giştî,û yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet dike.

Ji ber şênî debara jiyana xwe dispêrin çandiniyê.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer bang li sazî û rêxisinên pêwendîdar kir ê heremî û navdewletî kir ku li himber van sûcên li dijî mirovahiyê xwedî helwestên cidî bin.

Back to top button