Li bajarê Sebhayê yê Lîbî 4 kesan di teqîneke xwekujiyê de jiyana xwe ji dest dan
Berdevkê artêşa Lîbî got ku xwekujekî bi erebeyeke bombebarkirî êrîşî nuqteyeke kontrolê kir û di encamê de, serokê beşa lêpirsînên tawanan, 2 serbaz û 1 keseke din jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê artêşê her wiha da zanîn ku ji ber teqînê, gelek kes birîndar bûn û 3 erebeyên girêdayî ewlehiya bajêr şewitîn.
Li gorî agahiyan, DAIŞ’ê ev êrîşa xwekuj girte ser xwe.