Ciwanên Şengalê bi meşekî êrîşên artêşa dagirker şermezar kirin
June 7, 2021
25
Li Şengalê Ciwanên civaka Êzidî bi piştgiriya gel, li dijî hebûna baregehên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê meşeke girseyî lidarxistin.
Ciwanên Êzidî di meşê bang li hemû ciwanên Êzidî û hemu ciwanên Kurdistanê kirin ku li berxwedana Gerîla xwedî derkevin.